Li Hesekê cenazeyê şehîd Riyad hate spartina axê
Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Riyad Îsa li Goristana Şehîd Dijwar hate spartina axê.
Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Riyad Îsa li Goristana Şehîd Dijwar hate spartina axê.
Şêniyên bajarê Hesekê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn, cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Riyad Îsa wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê hate lidarxistin ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Qasim axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: ″Şehîdên me wateya azadiyê nas kirin û rêya hevalên xwe şopandin. Bi fedekariya xwe rêya azadiya gelê xwe ronî kirn″.
Fermandarê Hêzên Xweparastinê Selman Îbrahîm jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û serkeftinên ku li Rojava bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, pîroz kir. Îbrahîm soza şopandina rçya şehîdan û rizgarkirina gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê da.
Her wiha Endamê Meclîsa Oldaran Mele Reşîd jî anî ziman ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê aşitî û jiyana hevbeş hat avakirin û wiha anî ziman: ″Axa welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ev yek nîşaneya biratiya gelan a di navbera gelên herêmê de ye.
Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hate spartina axê.