Li Hesekê cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên herêma Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mûsa El-Xalid û endamê Yekîneyên Disîplîna Leşkerî Hisên Nadir (Rênas Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mûsa El-Xalid û endamê Yekîneyên Disîplîna Leşkerî Hisên Nadir (Rênas Hesekê) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêzg hate girtin û ji aliyê şervanên YPG, YPJ, Hêzên Ewlehiya Navxweyî û Yekîneyên Disîplîna Leşkerî ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sefîra Xelid sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û dilsozya xwe ya bi şehîdan re dûbare kir.

Di merasîmê de, ji fermandarên Yekîneyên Disîplîna Leşkerî Ekrem Biro jî wiha got: "Şehîd finda ku rêya me ya ber bi azadî û aştiyê ve rû dikin. Şehîd Rênas şervanekî leheng bû û bi qehremanî erka xwe pêk di anî, beşdarî gelek hemleyên li dijî DAÎŞ‘ê bû, heta ku şehîd bikeve dev ji têkoşîna xwe berneda.”

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê herdu şehîdan li goristanê veşartin.