Li Hesekê çalakiya bi kon: Li dijî tecrîdê em bibin yek
Li Hesekê ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanan a li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 2’an de didome.
Li Hesekê ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanan a li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 2’an de didome.
Çalakiya kon a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê organîze kiriye, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Îro 6 şandeyên ji saziyên sivîl û navendên li bajarê Hesekê û Dirbêsiyê çûn serdana kon.
Bi armanca rakirina tecrîdê û şermezarkirina kiryarên desthilata Tirkiyeyê ev 44 roj in girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyeyê de di greva birçîbûnê de ne.
Konê çalakiyê ku li hemberî Çerxerêya Dêra Asûriyan a li taxa Til Hecer a Hesekê hatiye vedan, bi wêneyên Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan, bi dehan wêneyên têkoşeran, alên QSD, YPG, YPJ, Kongreya Star û Ciwanên Şoreşger hatiye xemilandin. Her wiha pankartên "Bi rihê berxwedana girtîgehan teqez em ê bi ser bikevin” û “Dem dema azadiyê ye” hatin daliqandin.
Di roja duyemîn a çalakiyê de şandeyeke ji nûnerên endamên Meclisa Dirbêsiyê, Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, şandeya Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star beşdarî çalakiya konvedanê bû.
Bi navê Meclisa Dirbêsiyê endamê Ekrem Derwîş û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Hesekê hevserokê meclisê Ehmed Esad axivîn.
Ekrem Derwîş da zanîn ku ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên Tirkiyê de di greva birçîbûnê de ne, tev li vê çalakiyê bûne. Ekrem got girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî pêk tîne, canê xwe feda dikin.
Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad jî axivî û got “Mazlûm Dogan di girtîgehên Tirkiyeyê de li ber xwe da û t koşiya heta ku di girtîgeha Amedê de şehîd bû. Ehmed Esad piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî re nîşan da û destnîşan kir ku ew wek gelên Rojava dê dev ji armancên xwe bernedin.”
Tê payîn ku konê çalakiyê 7 rojan dewam bike û şandeyên ji navçeyên kantona Hesekê serdana kon bikin.