Li Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan

Komploya 15'ê Sibatê li navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Birakê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li bajarê Hesekê bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên wê Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Birakê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Meşê ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li bajarê Hesekê dest pê kir. Rûspiyên Kurd, Ereb, birîndarên şer, Dayikên Aştiyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", "Bimire Komploya 15’ê Sibatê" hatin vekirin û bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meş li Qada Xeto ya naverasta bajar rawestiya. Li vir hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî. Xerîb Hiso komploya 15’ê Sibatê şermezar kir, armanc û pêvajoyên wê vegot. Her wiha berxwedana gelan a li dijî komployê vegot û bal kişand ser pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Hevserokê TEV-DEM’ê diyar kir ku gelên herêmê têkoşîna xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jî got Rêber Abdullah Ocalan alîgir û piştevanê civakan e û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan çanda gelên bindest vejand.

Hêvî Silêman anî ziman ku wekî Kongra Star dê têkoşînê bidomîne heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomîne.

Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.