Li Hesekê 300 çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê 300 çeteyên DAÎŞ’ê xwe teslîm kirine.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî geşedanên dawî yên li Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5'ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku çete tê de bûn, derdora 300 çeteyî xwe teslîmî hêzên me kirin.

Operasyon li gorî plana hatiye diyarkirin berdewam e.

Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona lêgerînê li taxa Xiwêran û serdegirtina şaneyên terorîst ên ku hewl dan destekê bin çeteyên DAÎŞ'ê yên di girtîgehê de didomîne. Ji ber hebûna sivîlan di herêmê de ku şane li hin nuqteyan wan wekî mertal bi kar tînin, hêzên me bi hişyarî û baldariyeke mezin tevdigere. Di şerê li dijî şaneyan de, 8 çeteyên DAÎŞ`ê kuştin.

Di şer de şervanekî me şehîd bû."