Li Hesekê 16 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

QSD'ê ragihand ku li bajarê Hesekê 16 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê operasyonek pêk anî û di encamê de 16 çete girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Tîmên operasyonên leşkerî yên girêdayî hêzên me (QSD), di dîroka 22’ê Sibatê de li bajar Hesekê operasyonek li dijî şaneyeke rêxistina ’DAIŞ’ a terorîst pêk anî. 

Di operasyonê de 16 endamên rêxistina terorîst ên  destê wan di çalakiyên terorî yên li dijî hêzên me de hene hatin girtin.  Di nav de yên ku destek didan endamên rêxistina terorî da ku kiryarên terorî pêk bînin jî hene.

Em ê têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina ’DAIŞ’ a terorî bidomîne heta ku wan bi temamî tune bikin. Hêzên me lêgerîn û lêpirsîna bi endamên hatine girtin daye destpêkirin. Em ê di demeke pêş de agahiyên zêdetir der barê wan de parve bikin.

Hêzên me di operasyonê de miqdareke çekan desteser kirin. Çekên hatine desteserkirin ev in: 3 çekên bi tîpa AK-74, çekeke AK -47, 3 cercûrên çeka AK-74, bombeyek destan, demançeyek tevî cercûrên wê û rexteke leşkerî."