BI DÎMEN

Li Hesekê 14 bazirganên tiryakê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bazirganên tiryakê li Hesekê operasyonek pêk anîn û di encama operasyonê de14 firoşkar û belavkarên tiryakê hatin girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  daxuyaniyek da û got: ‘’Hêzên me yên tekoşîna li dijî narkotîkê li Hesekê li dijî cihên kar ên firoşkar û belavkarên tiryakê operasyonek pêk anîn.’’

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Di encama operasyonê de 14 kes hatin binçavkirin û her wiha hin tiryak jî hate bidestxistin.’’

Madeyên hişbir ên hatine desteserkirin ev in: 922 hebên captagon, 4 hezar û 355 hebên hişbir ên cur bi cur, 3 çifteyên nêçîrê, 12 guleyên çifteya nêçîrê ya 22 mm, 4 guleyên demançeyeke 7 mm, demançeyeke 9 mm, 9 telefonên destan, 3 çekên spî, 16 gurzên heşîrê, her gurzek 3 hezar û 714 gram e,  mêzînek elektronîk û 317 hezar û 700 lîreyên Sûriyeyê.

Her 14 firoşkar û belavkarên madeyên hişbr sewqî dadgeha giştî hatin kirin.

Em ê lêgerîna li belavkar û bazirganên madeyên hişbirê berdewam bikin ta pêşî li nexweşiya wê ya xeternak li ser civaka me bigirin.’’