Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li Helebê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî hate şermezarkirin.

Bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarê Helebê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de bi hezaran şênî, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên partiyên siyasî û sivîl amade bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Bi ruhê yekitiya gelan em ê komploya li dijî Rêber Apo bi dawî bikin", "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" û "Ji tecrîd, înkar û îxanetê re êdî bes e dem dema azadî û têkbirina komploya 15’ê Sibatê ye" hildan.

Meş li ber salona civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir û li tevahî kolanên taxê geriyan. Meşvanan li kolaneke beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê sekinîn, deqeyeke rêz girtin.

Endama HPC-Jin Ofe Qasim axivî û diyar kir ku dijmin û hevkarên xwe xwestin bi vê komployê tevgera azadiyê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têk bibin û bi hemû rêbazan hewl didin vê yekê bikin.

Qasim bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya dawî ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û ev tişt got: "Ev yek parçeyek ji komployên bi destê van rejîmên qirêj pêk tên. Lê bi saya berxwedana hêz û gel ev komplo û êrîş hatin têkbirin."

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Rêber Apo” û “Bimire îxanet” bi dawî bû.