Li Helebê ji ber teqînekê 20 efserên Îranî mirin

Li Baregeha Leşkerî ya Îranê ya li Helebê teqînekê rû da. Hate ragihandin ku 20 efser mirine.

Li Baregeha Leşkerî ya Îranê ku li Çiyayê Azzan ê li başûrê Helebê ye êvara Şemiyê teqînekê rû da.

Li gorî medya îranê, 20 efserên Îranî jiyana xwe ji dest dane, gelek jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku balafirên ku nayê zanîn bê yê kê ne li ser herêmê firiyane.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, hejmara miriyan dibe ku zêdetir be.