Li Helebê bi hezaran kes li dijî komployê daketin kolanan

Bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kes li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hev kom bûn.

Bi deh hezaran Kurd, Ereb, ciwan û jin li pêşiya Hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û dest bi meşê kirin. 

Meşa ku bi pêşengiya ciwanan dest pê kir, li ber Çerxerêya Zeytûn rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li wir girseyê li pêşangeha wêneyên Komploya Navneteweyî temaşe kir.

Dûre endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ferhan Kobanê axivî û komploya 15’ê Sibatê mîna komploya herî xeternak a di dîroka komployên li Rojhilata Navîn de pênase kir.

Ferhan Kobanê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Endama Rêveberiya PYD`ê Emîne Bêrem jî li ser navê pêkhateya Ereb axivî û got: "Bi fikr û felsefeya wî, rastiya hêzên faşîst eşkere bû. Rê li pêşiya gelan vekir ku serî hildin."

Endamê rêveberiya saziyên civaka sivîl Mirî El Şiblî jî got: "Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe yên li ser bingeha yekîtiya gelan û jiyana hevbeş dîrok çêkir. Ruxmî girakirina tecrîdê lê belê Îmralî veguherand minbera fikrê azad."