Li Helebê endamê HPG'ê Argeş Tolhildan hate bîranîn
Li Helebê gerîlayê HPG’ê Remedan Bedrî Hemkê (Argeş Tolhildan) bi merasîmekê hate bîranîn.
Li Helebê gerîlayê HPG’ê Remedan Bedrî Hemkê (Argeş Tolhildan) bi merasîmekê hate bîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayên HPG’ê Remedan Bedrî Hemkê (Argeş Tolhildan) yê ku di sala 2017ʹan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê konê sersaxiyê veda.
Tevî gel, yekîneyên YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û partiyên siyasî herikîn çûn konê sersaxiyê û merasîmek hat li darxistin.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan Amîna Xidro axivî. Amîne Xidro berxwedana gerîla silav kir û got: "Gerîla li gorî xeta Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û aştiyê têdikoşin, lê dewletên emperyalîst bi hemû cureyên çekên giran û yên qedexekirî êrişî vê berxwedanê dikin."
Amîne Xidro anî ziman ku gerîla wê bi ser bikeve û got: "Em bi hêzên xwe yên gerîla re ne. Em gav paşde neavêjin. Bi îrade û îsrara xwe em ê dijmin têk bibin, serkeftinê pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."
Ji fermandarên YPGʹê Şervan Efrîn jî got: "Şehîd Argeş tev li refên gerîla bû, heta ku şehîdket, têkoşiya. Em bi şehadeta wî serbilind in. "
Şervan Efrîn anî ziman ku şehîd Argeş mîna hevalên xwe yên gerîla li ser fikr û projeya Rêber Abdullah Ocalan meşiya, li hemberî zihniyeta dîktator sekinî û bi şehadeta xwe ji cîhanê re îsbat kir ku îrade û perwerdeya îdeolojî ji çekê bihêztir e.
Piştî axaftinan, endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zekiya Mistefa nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.