Li Helebê 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Bi meşeke meşaleyî ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin.

Bi armanca şeremzarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê meşeke bi meşaleyan lidar xist.

Ciwanên taxê, tevî şêniyan, ku alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEV-DEM'ê hildabûn ji pêşiya navenda ciwanan a beşê rojavayê taxê dest bi meşê kirin.

Di meşê de diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meş heta taxa Eşrefiyê dewam kir. Piştî deqeya rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan û şûnde endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hemrîn Qasim axivî, komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kir û got, ew ê têkoşînê bi hemû cûreyan berdewam bikin heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.