Li Heleb û Idlibê şer: Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
Li bejahiya Heleb û Idlibê di şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê mir.
Li bejahiya Heleb û Idlibê di şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê mir.
Vê sibehê li derdora Foca 46′an a li rojavayê Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn′ bi çekên navîn û sivik bi hev ketin. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi guleyên obîsan derdora Foza 46′an, Kefer Eme û Qesir ên rojavayê Helebê topbaran kirin. Li gorî agahiyan birîndarên hêzên hikumeta Şamê hene û hîna şer dewam dike.
Li van herêman bi awayekî dewam êrişên dualî yên hêzên Şamê û çeteyan hene ku di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Her wiha li derdora Melace ya li başûrê Idlibê bi sekvanê çeteyên ′Fetih El Mubîn′ leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.
Der barê mijarê de hêzên hikumeta Şamê gundên Fitêra, Sifohin û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin.