Li heft navendan daxuyaniya çapemeniyê: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Di çalakiyên ku li heft navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan li bajarên Qamişlo û Dêrikê û li navçeyên Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûdê û Şehbayê bi awayekî hemwext daxuyaniya çapemeniyê organîze kir.

Daxuyaniyên çapemeniyê ya li bajarê Qamişloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan û yên bajarên Dêrik, Çilaxa, Tirbesipiyê, Amûdê û Til Hemîsê li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan û ya li Şehbayê jî li Kampa Serdemê hatin dayîn.

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de gelek caran dirûşmên weke "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwederîm Îmraliyê" hatin berzkirin.

Di çalakiyan de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat xwestin ku bi awayekî lezgîn hevdîtin pêk were.

Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were wê têkoşîn bidome.