Li Hecînê 32 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

QSD’ê encamên 24 saetên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê ya li Hecînê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de li eniya Hecînê 32 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin û şervan bi pêş ve diçin.

QSD’ê diyar kir ku şervanê QSD’ê li gelek nuqteyan li dijî çeteyan şer dikin û heta van kêliyan jî şer dijwar e.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Li eniya Hecînê terorîstan bi çekên giran, sivîk û navîn êrîşî anîn ser nuqteyên şervanên me, li ser vê yekê di navbera şervanên me û terorîstan de şerê giran derket, şervanên me derbeyên giran li wan dan, di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn, her wiha yên mabûn jî reviyan.

Di saetên sibehê de rêxistina teror hewl dan êrîşeke din bi motorsîklêtên bombebarkirî li dijî nuqteyên me li bajêr pêk bînin, lê şervanên me bersiva êrîşan da û hejmarek terorîst kuştin û hindek din jî birîndar bû, hejmara kuştiyan baş nehatin naskirin. Balafirên koalîsyonê çend bargehên terorîstan kirin hedef.

Şer li geleke deverên vê eniyê heta vê kêliyê berdewam e.

BÎLANÇO

Hejmara terorîstên hatin kuştin: 32

Windahiyên terorîstan: Depoyeke tankan, 13 noqteyên terorîstan, 7 bargehên fermandariyê, dikeke topavêjên hawnan û 2 xendeq hatin teqandin.

Derbeyên Koalîsyona Navdewletî: 41 êrîşên hawayî"