Li gundê Malkiye ya Eyn Îsayê hinek cebilxanya dagirkeran hate desteserkirin

Şervanên QSD’ê di encama êrîşên li ser Eyn Îsayê têk bir de, dest danî ser rêyek çek û cebilxaneyan, her wiha hinek cenaze jî ketin destê wawn.

Di çend hefteyên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin û hewl didin derbasî nava gundan bibin. Ji wan gundan, gundê Malkiye.

Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan dide û wan hewldanên derbasbûnê têk dibe.

Îro QSD`ê dest bi pêngaveke serdegertinê li dora gundê Malkiye ragihand. Di wê pêngavê de, dest danî ser çekek AK47, 5 jarjor û 113 guleyên wê desteser kirin û termên gelek çeteyan dîtin.