Erdheja 6’ê Sibatê ku navenda xwe Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû, zêde bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Rêveberiya Xweser û Kar û Barê civakî Heyva Sor a Kurd jî bi hemû derfetên xwe ji bo alîkariya gel bêyî navber xebitîn ku Konê parastinê ji bo gel vegirtin û destwerdanên lezgîn hatin destpêkirin. Şaredariya Kobanê jî ji bo ewlehiya gel, malên xirab hilweşandin.
Ji bo alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê û Heleb û Şêx Meqsûdê dest bi alîkariyê hat kirin. Cîgirê Kar û Barê Civakî Moro Hisên wiha axivî: “Erdheja li Bakurê Kurdistanê rabûye, bandora xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kiriye. Ji bo parastin û ewlehiya gel gelek konên navendî hatine vedan. 22 kon li taxan hatine vedan. Eger careke din erdhej rabibe bila gel berê xwe bide wan.“
Moro anî ziman ku li gorî derfetên heyî kon tê birêxistinkirin û wiha pê de çû: “Pêdivî rojane tên belavkirin. Ji bo parastin û ewlehiyê Heyva Sor gelek beşên xwe amade kiriye, her wiha Rêveberiya Navendî komîteyek ji endezyaran amade kiriye da ku lêkolînê li ser xaniyên gel bike.“
Mora Hisên got ku divê gel haydar be û eger erdhejeke din rabibe, bila di bin cihên bilind nesekine û berê xwe bide cihekê ewle.