Li Girtîgeha Sînaayê gelek çete teslîm bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Girtîgeha Sînaayê gelek çeteyên ku li hemberî hêzên wan şer kirin, teslîm bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê li ser rewşa dawî ya li Girtîgeha Sînaayê daxuyaniyek da û got, "Hêzên me gelek endamên çeteya DAÎŞ'ê yên li Girtîgeha Sînaayê tevlî şer bûn, neçar hiştin ku teslîm bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser vê bingehê hêzên me avêtin ser koxûşên li girtîgehê. Di encama van serdegirtinan de, nêzî saetek berê gelek çete teslîmî hêzên me bûn. Hêzên me endamên çeteya DAÎŞ'ê yên teslîm bûn, birin herêmeke ewle."

QSD'ê roja Sêşemê diyar kiribû ku ji êrişa 20'ê Çileyê û vir ve 550 çete teslîm bûne.