Li Girê Spî li dijî navendeke ya çeteyan êrîşek pêk hat

Li bajarokê Silûk ê Girê Spî li dijî navendeke ya komên çete ya bi navê Ehrar El Şarqiye ya Enqere destekê dide wan êrîşekî bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat.

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî girtin, di êrîşa li dijî navenda leşkerî ya Ehrar El Şerqiye de serçete Ebû Ebdurrehman û 3 çete din jî hatine kuştin.

Welatiyên Silûkê 1’ê Çileyê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandan kiribûn. Welatiyên Silûkê yên ku daxwaz kirin ku dagiker û çete ji ser xaka wan biçin, diyar kiribûn ku her diçe mercên jiyanê zehmet dibe. Welatiyan nerazîbûn nîşanî bihabûna bazarê kiribû.

Ji serê meha Çileyê ve leşkerên Tirk û çeteyên wê yên avêtin ser gundên Salhiye û Zêdî yên Silûkê zarok jî di nav de 20 kes revandibûn.