Li Girê Spî ji ber teqînekê 2 kes birîndar bûn
Li herêma Hemam Tirkman a Girê Spî di dema derbasbûna wesayitekê de teqînekê rû da. Ji ber teqînê du kes birîndar bûn.
Li herêma Hemam Tirkman a Girê Spî di dema derbasbûna wesayitekê de teqînekê rû da. Ji ber teqînê du kes birîndar bûn.
Teqîn saet 22:40'î li herêma Hemam Tirkmanê dema wesayitek di rê de bû rû da. Ji ber teqînê du kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya li Girê Spî. Hêzên Ewlekariyê yên Navxweyî dest bi lêpirsîna bûyerê kirin.