Li Eyn Îsayê 5 sivîl hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Sigêro ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsayê 5 sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê Ehrar  El-Şerqiyê û Polîsên Leşkerî di saet 06:00'an de girtin ser gundê Sigêro ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa û 5 sivîl revandin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine revandin ji malbata Himêdî El-Şêx, ji wan Hec Mistefa Himêdî El-Şêx hate naskirin.

Çeteyan bi tawana ku ev kes bi QSD'ê re kar dikin, girtin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku welatiyên sivîl ên ji gundê Amara ya Mabata Aslan Ehmed Emîn û Aslan behrî Emîn û Hemîd Qedro Mihemed jî li Raco ya Efrînê hatin revandin.