Li Eyn Îsa û Reqayê teqîn pêk hat
Li Eyn Îsa û Reqayê teqîn bû. Ji ber her du teqînan tiştek bi kesî nehat.
Li Eyn Îsa û Reqayê teqîn bû. Ji ber her du teqînan tiştek bi kesî nehat.
Li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî, doh bi şev saet 00:00 li nêzî mizgefta El Rehmanê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Hate gotin, ji ber teqînê tiştek bi kesî nehatiye.
Hêzên Asayîşê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.
Li Reqayê jî doh êvarê li kolana Seyf Edewlayê, kesek an jî kesên nenas bombeya destan avête nava komeke sivîlan a li kolanê. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat.