Li eniyên berxwedanê: Serketin a me ye!
Xelkê Cizîrê yên serdana endiyên pêş ên berxwedana Serêkaniyê kirin peyama ‘Serketin wê ya me be’ dan.
Xelkê Cizîrê yên serdana endiyên pêş ên berxwedana Serêkaniyê kirin peyama ‘Serketin wê ya me be’ dan.
Li Serêkaniyê ya yek ji cihê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar e, gel mil bi milê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne.
Bi sedan kesên ji Çilaxa û Tirbêspiyê ji bo piştevaniyê berê xwe dan eniyên berxwedanê serdana gelê Serêkaniyê û şervanên QSD’ê kirin. Welatiyên serdana şervanan kirin hestên xwe parvekirin.
Ehmed Mihemed Mislim: Em ê ji bo vê axê şehîd bibin, lê gav bi şûnde navêjin.
Merwan Xelo: Erdogan dîktator û terorîsteke. Dixwazin welatê me dagir bikin û dewleteke ya çeteyan ava bike. Em axa xwe ji bo wan nahêlin. Em ê bi ser bikevin.
Hemze Abid: Em bi YPG û YPJ’ê bawer in.Serketin a me ye.
Li aliyê din êrîşên balafir û obusan dewam dike. Şervanên QSD’ê jî bi çekên giran bersiv didin.