Li El-Keramayê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin.

Cenazeyên du şervanên QSD'ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, li herêma El-Kerama hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma El-Kerama ya Reqayê, cenazeyên Helîl Casim û Fayiz Mihemed ji bi karwanekî ji gihand Goristana Şehîd Sîvdar a Herêma El-Keramayê. Li goristanê, merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate kirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Îbtîsam Mihemed li vir axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, ne ji şehîdan bûya ew nedgihîştin jiyaneke azad.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen behsa fedekariyên hêzên QSD'ê kir ku herêm ji çeteyan rizgar kirine û qadê diparêzin.

Ji fermandarên QSD'ê Warşîn Reqa jî axivî û sersaxî ji malbat û taybet ji dayikên şehîdan re xwest. Reqa soza parastina axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin da.

Piştî xwendina wesîqeta şehadetê ya her du cangoriyan, bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyên her du şehîdan hatin veşartin.