Li Efrînê û Hesekê 7 şehîd hatin veşartin
Li Efrîn û Hesekê 7 şervanên ku di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmê hatin veşartin.
Li Efrîn û Hesekê 7 şervanên ku di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmê hatin veşartin.
2 şervanên YPG'ê û şevanekî Hêzên Şoreşger li Efrînê, 4 şervanên YPG'ê jî li Hesekê hatin veşartin.
EFRÎN
Gelê Efrînê û herêma Şehbayê du şervanên YPG’ê ku di şerê dijî çeteyên dewleta Tirk de û Pêngava Rizgarkirina Reqa de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanên YPG`ê Luqman Mustefa (Hekîm Efrîn) û Hisên Xelîl (Kemal Bekir) ku dema bersiva êrîşên çeteyên artêşa Tirk a dagirker Ii ser Efrînê dan şehîd bibûn û cenazeyê şervanê Hêzên Şoreşger Ebdulmunem Xalid ku di Pênava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanekî ji wesayitan berê xwe dan Goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê û gundê Merîmîn a navçeya Şera.
Li Goristana Şehîd Seydo merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate kirin. Paşê Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Efrînê Erîfe Bekir û Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebdo, axivin.
Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soz dan ku rêya wna bişopînin.Her wiha axaftivanan tekez kirin ku xwîna gelê Kurd û Ereb tevlîhev bûye û ev yek isbat dike ku gelê Bakurê Sûriyê yek e.
Piştî axaftinan, wesiqeta her du şehîdan ji aliyê Endama KPC-Demokratîk Mizgîn Hec Mihemed ve hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Merasîm bi veşartina her du şehîdan bi dawî bû.
Her wiha cenazeyê têkoşer Hêzên Şoreşger li gundê Merîmîn a navçeya Şera hate veşartin.
LI HESEKÊ 4 ŞEHÎD HATIN VEŞARTIN
Gelê bajarê Hesekê û gundewarên wê, cenazeyê 4 şervanên YPG`ê ku di Hemleya Rizarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê El-Dawîdiyê veşartin.
Gel cenazeyê Husam Kerîş (Esed Hesekê), Ehmed Berekat (Bekdaş Hesekê), Sîpan Hiso (Egîd Hesekê) û Mustefa Hisên (Şemdîn Hesekê), ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî heybet berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê merasîma veşartinê bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate kirin. Paşê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û rola şehîdan di rizgarkirina ax û gel ji çeteyan bi bîr xist.
Her wiha yek ji Fermandarên YPJ'ê Mehabat Koçer jî di merasîmê de axivî û da zanîn ku xwîna şehîdan li ser vê axê ji bo yekîtî û azadiyê hatiye rijandin û tekez kir ku gelên herêmê bi yekîtiya xwe dikarîbûn li hemberî destên ku destwerdana herêmê bikin, bisekinin.
Koçer soz da ku di rêça şehîhan de bimeşin û tolê hilînin. Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir wesîqeta her çar şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.
Merasîm bi veşartina cenazeyên her çar têkoşeran bi dawî bû.