Li Efrînê tugaya 7'an hate avakirin

Li Efrînê bi tevlîbûna 250 ciwanan tugaya 7’emîn a leşkerî ya bi navê Şehîd Jiyan hate avakirin.

 Yekîneyên Parastinê Gel (YPG) li Efrînê bi merasîmekê tugaya 7’emîn a bi navê Şehîd Jiyan îlan kir.

Qada merasîmê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha alên YPG`ê û YPJ`ê hatin xemilandin. Bi dehan fermandar û şervanên YPG`ê û YPJ`ê tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî Endamê Fermandariya YPG`ê Husên Kabar axivî û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li herêma Efrînê pîroz kir û got ku şervanên YPG/YPJ’ê bersiva hemû êrîşên li ser herêmê pêk tên, didin.

Husên Kabar her wiha serkeftinên şervanên QSD`ê li Reqa û Dêra Zorê bibîr xist û serkeftina şervanan li tevahiya gelê herêmê pîroz kir.

Fermandarê YPG`ê Husên Kabar di dawiya axaftina xwe de soza parastina xaka Bakurê Sûriyê da û got ku şervanên wan wê dawiya DAIŞ’ê bînin û herêmê bi tevahî ji çeteyan paqij bikin.

Di berdewama merasîmê de şervanan sûnd xwarin. Di dawiya merasîmê de şervanan ku bê navber diruşme beriz dikirin, govend gerandin û şahî lidarxistin.

Şervanên tevlî tugaya 7`emîn bûne di perwerdeyek a 45 rojan ji waneyên bîrdozî yên li ser rêgeza Netewa Demokratîk, Dîroka Kurdisanê û Rojava, her wiha dîsa di qada leşkerî de xwe pêşxistin û fêrbûna çekan wane dîtin.

Şehîd Jiyan a ku dewere li ser navê wê hate vekirin, di demên dawî de li gundê Elqemiyê ya Kantona Şahba di bersivdayîna êrîşa çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketibû.