Li Efrînê talankirina daran

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Cindirêsê birin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnê yên gundên Remadiye, Hemam, Miskê yên girêdayî navçeya Cindirêsê birîn û wesayîta welatiyekî  ji gundê Sêmalka yê navçeya Mabatayê desteser kir.

Çeteyên Nûredîn El Zingkî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker roja sêşemê derdora 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mistefa Ferdonî (Ebû Besam) ê ji gundê Rifatiyê yê navçeya Cindirêsê birîn.

Baxçeyê Mistefa Ferdûnî li gundê Remadiyê yê navçeya Cinidirêsê ye. Piştî ku qebûl nekir baç bide çeteyan, çeteyan darên wî birin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên El Hemzat, Semerqend û Ehara El Şerqiye tevî malbatên ji derveyî herêmê darên gundên Miskê û Hemam ên girêdayî navçeya Cinidirêsê birîne.

Li aliyekî din çeteyên Firqet Sultan Murad wesayîta welatiyê bi navê Mihemed Sîno Seydo Keno ku ji gundê Sêmalka yê Mabatayê deteser kir.