Li Efrînê talan, êşkence..

Çeteyên bi ser dewleta Tirk ve li Efrîna dagirkirî sivîlan direvînin, êşkeneyê li wan dikin û dest li ser mal û milkên wan datînin. Li herêmê bi rengekî sistematik sûcên şer têne kirin.

Mexdûrên pêşî yên êrîşên dewleta dagirker ên li ser Efrînê sivîl in. Dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve, yên mîna Nûsra, OSO û DAÎŞ’ê li dijî gelê herêmê polîtîkayên paqijiya etnîk dikin. Beriya navenda bajêr a Efrînê were dagirkirin jî bi bombeyên dewleta Tirk û çeteyên wê bi sedan sivîl hatin kuştin, niha jî sivîlan direvînin, wan înfaz dikin, êşkenceyê li wan dikin û dest li ser mal û milkên wan datînin.

Ên ku neçar mane ku mal û milkên xwe berdin li Şehba û Şerawa bi şertên dijwar dijîn, her wiha çeteyên bi ser Tirkan ve li ser mal û milkên gelê Efrînê rûdinin.

ÊN KU VEDIGERIN WAN DIKUJIN Û ÊŞKENCEYÊ LI WAN DIKIN

Diyar bû, kesên ku ji Şehba û Şerawayê ji bo ku mal û milkên xwe kontrol bikin vedigerin li Efrînê êrîşê bi ser wan de tînin, piraniya van hatine înfazkirin û êşkenceyeke neditî li wan hatiye kirin.

Çemê Hemso, ku ji gundê Beradê ye, ji ber sedema êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi malbata xwe re neçar mabû ku xwe li Şehbayê bigire. Piştre ji bo ku mal û milkê xwe yê li gundê Beradê yê Efrînê kontrol bike vegeriyayî, çeteyan êrîş bi ser de anî.

Hemso got çi kesê ku vedigere, bi hincetên cuda çete êrîşê bi ser wan de dibin, çekan ji wan dixwazin û dema ku daxwaza wan pêk neye jî êşkenceyê dikin.

ÇEK XWESTIN, BI DARÊN STÛR LI ME XISTIN

Hemso wiha got: ‘’Me xwest ku em biçin ser gundê xwe û mal û milkê xwe kontrol bikin. Dema ku nû em çûn tiştek ji me re negtin. Sê rojên pêşî serê xwe ji me neêşandin. Piştî sê rojan hatin ber deriyê me û bang li min kirin. Gotine min, ‘li mala te çek heye’ û xwestin ku ez bidim wan. Min gote wan, ‘’Ez û hevsera xwe em yixtiyar in, çi çek li cem me nîn in.’’ Gotin, ‘’bice ji cem Xwedê bîne. Tu ji kû tîne me îş pê nîn e, lê biçe bîne.’’ Li min xistin. Bi darên stûr li min xistin. Hevsera min bi dest keça xwe girt û xwe li çiya xist. Em ditirsiyan ku tiştekî bînin serê keça me. Bi lêdanê ez nihotî kirim.’’

‘DEST LI SER MAL Û ERDÊN MIN DANÎN’

Hemso piştre got, ‘’Piştî ku ew çûn derengiya şevê, derdora seta 02.00’an di bin baranê me min û hevsera min, me bazda. Roja dî hatibûn lê me xwe ji dest wan xilas kiribû.

Mala min jixwe hemû talan kiribûn. Tiştek nehiştibûn. 150 darên min ên zeytûnan hebûn, ew jî çûbûn. Dest li ser mala min, her tiştê min danîn.’’

http://www.anfnews.tv/media/efrinde-yagma-gasp-ve-iskence