Li Efrînê sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk: 66 jin hatin qetilkirin, 149 hatin revandin

Navenda Parastina Mafên Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolînê ragihand dewleta Tirk li Efrînê 66 jin qetil kir, 149 jin revandin û êşkence û destdirêjî li 178 jinî kirin.

Navenda Parastina Mafên Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolînê sûcên dijî mirovahiyê yên li Efrînê ya ku ev 3 sal in ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, kire rapor.

Di raporê de tê diyarkirin dewleta Tirk ji ber sûcê dijî mirovahiyê li dadgehên navnetewî were darizandin. Di raporê de her wiha tê diyarkirin piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla Tirkan ve hatiye dagirkirin bi qasî nîv milyon mirov bêgav mane ku koç bikin, 60 ji 100'î yên ku koç kirine jin in.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin dewleta Tirk dest li ser mal, bax û bostan û milkên gel daniye û li herêmê polîtîkaya asîmîlasyonê sazkar kiriye.

Li gorî raporê 28'ê Çile ya 2018'an ji ber topên Tirk li Cindirêsê jineke 55 salî şehîd bûye, her wiha 19'ê Mijdara 2019'an jî cenazeyê jineke ciwan li Efrînê, li gundê Kanî yê Cindirêsê hatiye dîtin.

Bi berdewamî hate diyarkirin piştî ku Efrîn hatiye dagirkirin dewleta Tirk êşkence li 564 jinan kiriye, 149 jin hatine revandin û hê agahî ji wan nayê standin.

Di raporê de navê jinên ku hatine revandin wiha hate parvekirin:

-Ji hêla çeteyên Mertalên Firatê ve 2018'an li gundê Basûtê Gulê Silêman

-Hemşîreya bi navê Heyfa Casim, bi hinceta ku bi Rêveberiya Xweser re têkildar e hatiye revandin.

-Xedîce Mistefa Berko (23) ji hêla leşkerên Tirk ve, Emîne Hisên (60) ji hêla çeteyên Feyla El-Şam ve, Ahmed Reşîd û Ibrahîm El-Şear jî hatine revandin.

-11.05.2010'an jina bi navê Xedîcê li taxa Eşrefiyê ji hêla îstîxbarata Tirk ve hate revandin.

-19.05.2018'an Hesna El Îd, jina Ereb li Cindirêsê ji hêla dewleta Tirk ve hate revandin.

-Li navçeya Dimkiya Lonjîn Mihemed Xelîl û xwîşka wê Rojîn Mihemed Xelîl ji bo ku şervanên QSD'ê bûn hatin revandin.

-15.08.2018'an li gundê Hikicê koma çete ya Nûredîn Zengî Xedîce Meskîl (50), Cînan Tene (26), Mîdye Tane (20), Cîhan Tane (17) hatin revandin.

Her wiha dewleta Tirk li gundê Birkê yê navçeya Mabata endama Pariya Dahatuya KurdênSûriyê Xelîe Silêman, li gunde Merîskê Sara Evdile Mihemed (16), 05.10.2019'an Wîdad Henan Weqas, Emîre Şehîme û Mewlûda Evdilrehman Xelîl hatine revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê 14'ê Mijdarê Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Fadîle Mihemed, Fadîle Sînor û Heyat Qere Elî, 27'ê Sibata 2020'an koma çete ya El Hemzet Ebû Şahîr, Arîn Delî Hesen (21) ji gundê Kîmarê yê Şêrewa revand û tê diyarkirin Arîn hê jî di dest çeteyan de ye. 12'ê Gulana 2020'an Jî koma çete ya Feyleq El Şam Hêvîn Hesen Dibso (17) ji gundê Celemê ya Cindirêsê hatiye revandin û zora zewacê lê tê kirin.

Komên çete yên dewleta Tirk Valentîna Arselan Mistefa (22) ji gundê Derwîş ê Şerayê revand. Valentîna piştî bi salekê bi malbata xwe re axîvî û got ew li bajarokê Nubul ê Kefer a Idlibê ye lê piştre nema agahî jê hat, aqûbeta wê nayê zanîn.

29'ê Gulana 2020'an di navbenya çeteyên El Hemzet û Ehrar El Şam şer derket, li zindaneke ku di dest koma çete El Hemzet de bû vîdeoya ku bedana jinên Kurd ên li zindanê teşîr kiribû derkte holê. Di dîmanan de 11 jin û zarokek hebû û diyar bu hin ji wan jinan ên di dîmenan de 2018'an hatine revandin.

Ji ber êrîşên li ser Efrînê 178 jin birîndar bûne. Jina bi navê Zêneb Ebdo Misto (70) ji ber ku nehişt dewleta Tirk û çeteyên wê mala wê talan bikin 8'ê Hezîrana 2018'an ji piyê rastê û newqê birîndar kirin.