Li Efrînê paqijiya etnîkî: Demografiya bajêr tê guhertin

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên xwe yên ji Xota û gelek herêmên din ên Sûriyeyê aniye, li gundên Efrînê bi cih dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nûsra, DAÎŞ û OSO, piştî ku dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kirin, bi sedan xanî û kargehên gelê Efrînê talan kirin û bi dehan ji wan bi dozeran xera kirin.

Dewleta Tirk, piştî komkujî û talanê, dest bi guhertina demografiya herêmê kir. Çeteyên xwe yên ji Xota û bajarên din ên Sûriyeyê aniye, li malên Efrîniyan ên li gundên Efrînê bi cih dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li gundê Mêrîkanê yê Efrînê, çeteyên dewleta Tirk li 11 malên Efrîniyan hatine bicihkirin.

Xwediyê xaniyên ku çete lê bi cih bûne: Evdo Sîdo, Eslan Hemdî, Mecîd Hemdî, Rizgar Hemdî, Rûdî Hemdî, Cemîl Hemdî, Behcet Hemdî, Bedreddîn Sîno, Evdılhedî Hemdî, Farûq Aslan, Hîsnî Hemdî.