Li Efrînê li nêzî nuqteyeke çeteyan cesedek hate dîtin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li nêzî nuqteyeke kontrolê ya çeteyan cesedê kesekî hate dîtin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku  li nêzî xaçerêya gundê Telef ê başûrê rojavayê bajar Efrînê termê kesekî di nava zeviyên çandiniyê de hate dîtin.

Li gorî çavkanî, termê hatî dîtin heliyayî yê kesekî di 50 saliyê de ye. Çavkanî da zanîn ku term ji bo nexweşxaneya bajar hat veguhestin.

Çavkanî da zanîn ku li nêzî cihê ku term lê hate dîtin, bendeke kontrolê ya çeteyên "El Hemzat" heye.