Li Efrînê jinek din jî hate qetilkirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek din qetilkirin.

Bi dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ya Efrînê, destdirêjî, destavêtin, talan û pêkanînên der mirovî yên li navenda Efrîn, gund û navçeyên wê her diçe zêde dibin. Bi taybet zextên li ser jinê, destavêtin û qetilkirina jên bidawî nabin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên  ji Efrînê hate girtin, li gundê Bûyê ya girêdayî navçeya Şêrewa Efrînê jina bi navê Zeyneb Hemîd Emîn ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin.

Li gorî agahiyan Zeyneb Hemîd Emîn a berê bi çeteyekê re zewicî , li ser mirina çeteyê hevjînê wê direve diçe ba malbata xwe. Lê çeteyên Feyleq Şam bi ser mala malbata wê de digrin û wê qetil dikin.