Li Efrînê hevalbendiya Tirk û Rûsan a gemarî berfireh dibe

Hevkariya dewleta Tirk û Rûsyayê ya li ser bakurê Helebê û Efrînê berfireh dibe, bi hev re demografiya Efrînê diguherînin û ji bo dagirkirina Şehbayê zemînê çêdikin.

20’ê Çile piştî ku Rûsyayê qada hewayî vekir bi çarçoweya tevgera dagirkirinê 18’ê Adarê Efrîn bi temamî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin.

Tevgera dagirkirinê ya ku bi peymana Tirkiyê û Rûsyayê ya li ser berjewendiyê weke ku plana wê hatibû danîn di demeke kurt de encam nestanibû, Rûsyayê gelek caran ji bo ku dagirkeriya li Efrînê zû pêk were ultumaton dabû Tirkiyê.

Li gel ku bi 18’ê Adarê re Efrîn bi temamî hate dagirkirin û gelê ku ji Efrînê derbasî Şehbayê bûyî bi şertên dijwar jî be berxwedana xwe didomîne û qonaxa nû ya berxwedaniya hêzên YPG-YPJ’ê hê jî li ber hevkariya gemarî ya Tirk û Rûsan dibe asteng.

Zêdebûna çûn û hatina şandeyên Rûs ên li Efrînê, ji bo Efrînê avakirina kûleyên çavdêrîkirinê yên hevpar û bi ser planên guherandina demografiya Efrînê de, bi hewldana şikandina berxwedaniya rêxistinî ya li Şehbayê tê xwestin ku hebûna Tirk a li Efrînê were domdarkirin.

ÇÛNÛHATINA ŞANDEYÊN RÛS YÊN LI EFRÎNÊ ZÊDE BÛ

Jêderên pêbawer dibêjin heftiya bihurî gelek şandeyên Rûs hatine Efrînê. Jêder diyar dikin ku şandeyên Rûs ne di ser Sûriyê re lê di ser Hatayê re hatin. Tê gotin heftiya bihurî 2 şandeyên Rûs hatine Efrînê, yek jê ji 20 kesan û yek jê ji 6 kesan pêk dihat.

Di vê pêvajoya dawî de zêdebûna çûnûhatina şandeyên Rûs, veşartina vê ya ji raya giştî nîşan dide ku li ser peymana berjewendiyan a li ser dagirkirina Efrînê kêferatan dikin.

Rûsya û Rejîm li başûrê Idlibê, dewleta Tirk jî li Efrînê li ser operasyona Idlibê haziriyan dike.

60 HEZAR ÇETE ANÎN EFRÎNÊ

Yek ji sedema ku Rûsyayê destûr da ku Tirkiye Efrînê dagir bike ew bû ku çeteyên li derdorên cuda yên Sûriyê bînin Efrînê û ev li dijî Cephet El Nusra werin xebitandin û piştre werin bêçekkirin.

Dewleta Tirk û Rûsya bi dagirkirina Efrînê re ev plan sazkar kirin. Dewleta Tirk heta niha ji derdorên çuda yên Sûriyê ji 60 hezarî zêdetir çete û malbatên wan anîn Efrînê. Ev kesên ku piraniya wan ji çeteyên Ereb pêk hatin, pêşî li navenda Efrînê hatin bicihkirin. Piştre jî Cindirês û Raco danîn ber xwe. Piştre jî li deverên ku nifûsa wê piranî Kurd bûn çeteyên Ereb û malbatên wan hatin bicihkirin. Her wiha beriya niha di çapemeniyê de derketibû ku dewleta Tirk ji Xutaya Rojhilat jî çete û malbatên wan anîbûn û li gundê Cindirêsê Mihemmediyê bi cih kiribûn.

Heta niha dewleta Tirk li Bilbilê kes bi cih nekiriye û gelê herêmê ji wir derxistiye, ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze wir ji xwe re bike navend.

KÛLEYÊN ÇAVDÊRIYE YÊN HEVPAR Û GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ

Guherandina demografiya Efrînê niha yek ji xala girîng a peymana Tirk û Rûsan e. Rûsya çawa ku dixwaze dewleta Tirk ji derdora Şamê, Xuta û cihên dî çeteyan derxîne, Tirk jî ji bo ku hebûna xwe ya li Efrînê domdar bikin ji Rûsan daxwaza dike ku ji bo guherandina demografiya Efrînê bibe alîkar.

Ji ber ku, piştî dagirkirina Efrînê 60 hezar çete û malbatên wan anîn li Efrînê bi cih kirin û wiha plana guherandina demografiyê sazkar kirin.

Rûs û Tirk xwe hazir dikin ku kûleyên çavdêriyê yên hevpar ava bikin. Li gorî jêderên me beriya bi demekê bi vê çarçoweyê Tirk û Rûs li hev rûniştin û Rûs çûne Kefercenê.

PEYMANA NÛ PLANA GEMARÎ KÛRTIR DIKE

Jêderên xwecih dibêjin piştî ku şandeyên Tirk û Rûs li hev rûniştin li ser guherandina demografiya Efrînê li hev kirin û peymaneke dî danîn.

Li gorî vê peymanê hin ji Ereban û hin ji Tirkan dîsa malbatên çeteyan wê li Efrînê bi fermî werin bicihkirin. Erebên ku ji derve anîne xistine navenda vê planê. Wiha wê bajarê Kurd Efrîn mîna ku bajarê Ereb be were nişandan û bi ser vê nifûsê re bi xebatên îstîxbarî wê hewl bidin gelê Efrînê kontrol bikin.

Bi vê çarçoweyê ji bo nifûsa Ereb, Tirkmen û malbatên çeteyan wê 80 gund were hazirkirin. Ji Kefercenê heta bi Naza, Çema, Ûmera, heta bi gundên Bilbilê, Raco, Şiyê û Cindirêsê wê vê nifûsa biyan bi cih bikin.

Ji Cindirêsê jî ji hêla Etme ya Idlibê wê mirovên biyan bi cih bikin. Gundên stratejîk wê bikevin hêla Tirkiyê. Li gor vê peymanê li gundên derdora Efrînê û navendê hêzên polîsan ên Rûsan wê werin danîn. Ev gund piştre li gorî lihevkirina Rûs û Tirkan wê werin parvekirin.

BI PEŞNIYARA RÛSYAYÊ LI DIJÎ ŞEHBAYÊ ŞERÊ TAYBET

Tirk û Rûs tenê li ser Efrînê li hev narûnin. Yek ji navenda hevkariya gemarî, bi Efrînê re têkildar Şehba ye. Li ser gelê Efrînê ku neçar man koçî Efrînê bikin jî rêbazên cuda wê werin bikaranîn.

Niha politikaya Tirk a li ser gelê ku neçar mayî çûyî Şehbayê jî guherî ye. Li gorî jêderên me, ev guherîn bi pêşniyara Rûsan çêbûye. Li gorî planê divê gelê Efrînê yê li Şehbayê ku rêxistiniye û li ber xwe dide, dive werin belavkirin. Bi zorkirina şertên jiyanê û propagandaya şerê taybet wê hewl bidin ku vegerin Efrînê.

HESABÊ, ‘HEKE BERXWEDANA ŞEHBAYÊ BIQEDE WÊ EFRÎN BIQEDE’

Ji bo vê planê avaniya kontra ya bi navê ‘’Meclîsa Xwecih a Efrînê’’ ku roja dewleta Tirk û çeteyên wê ketin Efrînê ji hêla ENKS’yiyan ve hatî ragihandin, xwedî roleke girîng a şerê taybet e. Bi vê avaniya kontra didin gotin şertên li Şehbayê giran in, divê vegerin Efrînê û ku vegerin dewleta Tirk wê ti zextê li wan neke.

Bi vê hesab dikin ku sekna rêxistinî û berxwedana li Şehbayê were şikandin, Şehbayê bidin valakirin û dahatuyê bi destûra Rûsyan ji dagirkeriya Tirk re vekin. Ji ber ku, heke Şehba were dagikirin tê hesabkirin ku têkiliya Efrînê ya bi kantonên dî re were qutkirin, wiha têkoşîna YPG’ê ya li Efrînê wê were qedandin û pêşî lê were girtin ku YPG siberojê operasyona rizgarkirinê li Efrînê bide destpêkirin.