Li Efrînê di çalakiyên YPG'ê de 11 leşker û çete hatin kuştin

Şervanên YPG'ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çend çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de herî kêm 11 leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin. 

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku di navbera 5-8'ê Tîrmehê de gelek çalakî hatine kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, li navçeyên Reco, Cindirês, Etma, Bilbilê, Şera ve Mabatayê li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatiye xistin û di van çalakiyan de herî kêm 11 dagirker hatine kuştin.
 
Li ser çalakiyên YPG'ê yên li Efrînê ev agahî hate dayin:

"5'ê Tîrmehê li bejahiya navbera Cindirês û Etmayê, sekvanên me li dijî leşker û çeteyên li ber baregeha leşkerî bûn çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

6'ê Tîrmehê, hêzên me li ser rêya Efrîn-Racoyê li dijî koma çete ya Firqet Hemze çalakiyeke bi bandor pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Hêzên me roja 7'ê Tîrmehê li bejahiya navçeya Bilbilê ya Efrînê wesayiteke ku serçeteyê ku qaşo fermandarê "Hêzên Taybet" ên komên çete jî tê de bû, sekinandin. Di çalakiyê de serçete Mûhammed el-Suleyman hate kuştin û çek û hin ewraqên rêxistinî hatin desteserkirin. Hêzên me heman rojê li dijî bendeke kontrolê ya koma çete ya bi navê Asefat el-Şîmal a li ser girê Qestelê yê navçeya Şerayê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de du çeteyên bi navê Omer Kînove û Îbrahîm Kînoî hatin kuştin.

Êvara heman rojê li ser rêya Raco-Efrînê hêzên me li konvoyeke leşkerî xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên di wesayitê de hatin kuştin.

8'ê Tîrmehê, yekîneyên me li dijî konvoyeke leşkerî ya li bejahiya Mabatayê dest bi operasyonê kir, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker û terorîstekî ji koma çete ya bi navê Ehrar Şerqiye hatin kuştin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê û vir ve 2515 leşker û çete ji artêşa Tirk û komên wê hatine kuştin.