Li Efrînê dewreya 3'yan a perwerdehiyê ya HAT'ê temam bû
Dewreya sêyan a akademiya perwerdehiyê ya leşkerî û îdeolojîk a Şehîd Zagros a HAT'ê ya girêdayî Asayîşa Rojava bi dawî bû.
Dewreya sêyan a akademiya perwerdehiyê ya leşkerî û îdeolojîk a Şehîd Zagros a HAT'ê ya girêdayî Asayîşa Rojava bi dawî bû.
Akademiya Şehîd Zagros a perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya Hêza Antî Terorê (HAT) a Asayîşa Rojava, dewreya perwedeyê ya 3'yan li Kantona Efrînê ya herêma Federal a Efrînê temam kir. Dewreya 3`yan a Hêza HAT ku bi navê “Dewreya Şehîd Simko” beriya bi 4 mehan hatibû destpêkirin, şeva derbasbûyî bi merasîmekê li Akadimiya Şehîd Zagros a Kantona Efrînê bi dawî bû.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji aliyê Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Efrînê Hesen Bîrem, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantonê Hêvî Mistefa û endamên Rêvebeberiya Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Xelîl, axaftin hatin kirin
Di axaftinan de dewreya Şehîd Simko li hemû beşdaran û gelê Kantonê hate pîrozkirin û hate gotin ku pêwîste dewre werin xurtkirin da ku şervan di parstina Bakurê Sûriyê de xwedî hêzeke mezin bin.
Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku di vê demê de amadekirina dewreyên bi vî rengî wê di parastina herêmê de xwedî hîkariyeke mezin bin.
Piştî axaftinan, şervanên ku tevlî perwedeyê bûne, merasîma leşkerî lidarxistin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.