Li Efrînê çeteyên ku ji Îdlibê anîne bicih dikin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, çeteyên ku ji Îdlibê anîne li Efrînê bicih dikin.

Gelê Efrînê ku ji ber komkujî, êrîş û tundiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma koçber bibe li cihê wan çeteyên ku ji Îdlibê anîne bicih dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk bi hezaran çeteyên ku ji Îdlibê anîne li Efrîn û gundên wê bicih kirin.

Malbên çeteyan li gundên Dêr Belût, Mela Xelîl û Hemam ên navçeya Cindirêsê, gundên Senarê, Anqelê, Qermîtliq, Çeqela, Xelîl û Meimila yên navçeya Şiyê hatine bicihkirin. Li aliyê din malbatên çeteyan li gundên Qurnê, Elî Jaro û Qestela Xidriya yên navçeya Bilbilê hatine bicihkirin. Li aliyekî din jî dagirkerî li navçeyê kampên bê ser û ber ava dike. Her wiha gelek malbatên dîtir ên çeteyan jî gihaştin gundên Erebcime, Erebwêran û Dîkmetaş ên navçeya Şera.

GELEK EFRÎNÎ HATIN REVANDIN Û KUŞTIN

Bûyerên revandin û kuştinê zêde bûn. Her wiha hê jî çarenûsa şêniyê bi navê Elî Betal Zekî (38) ku ji 9’ê Hezîranê ve hatiye revandin ku dema ji gundê xwe Basûtê diçû ser karê xwe yê li Sûka El-Hal (sebzeyan) ne diyar e. Li aliyekî dîtir jî hê jî 2 şênî bi navên Şerefedîn Seydo û Îbrahîm Mihemed Xelîl Ebdo û zarokê bi navê Mihemed ê ku bavê wî Reşîd Hemîd Xelîl e bi destê çeteyan hatiye kuştin, çarenûsên wan ne diyar in.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker qanûnan binpê dike ku şêniyên dewleteke dîtir digire û dadirizîne. Di vê çarçoveyê de, dadgeha Tirkiyê şêniyê bi navê Kemîran Xilo Elî (28) ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê bêyî tu tawanan li gorî çavkaniyan raber kiriye, hikmê 4 salan lê biriye.

Behreya çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê êdî bûye revandin, xwestina fîdyeyê, şantajkirin û koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen. Çeteyan ji hefteyekê ve şêniyê bi navê Xelîl Mistefa (45) mixtarê gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê revandiye. Her wiha şêniyên bi navên Zekeriya Hesen Mistefa, Ebdo Mihemed Xilo û Mihemed Henan Elo ji gundê Senarê yê Şiyê revandine. Li aliyekî ve din jî li gundê Erebo yê navçeya Mabeta şêniyên bi navên Elî Mihemed Henîf, Fîras Henan Ezet û Mistefa Şukrî Yûsiv revandine.

Ji nava rêzekoçberkirinên şêniyên resen ji malên wan, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê şêniyê bi navê Îsa Mihemed Ednan ji mala wî ya li Efrînê derkir û dest danî ser mal û dikanên bazirganiyê.