Li Efrînê çeteyan welatiyê kal û keça wê ya astengdar êşkence kirin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê kal û keça wê ya astengdar êşkence kirin û piştre jî mal talan kirin. Her wiha çeteyan li bajar ciwanek jî revandin.

Artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê bi hemû amûrên şer ên di destê wan de bi êrîşên xwe yên hovane talanê dikin, êrîşên wan ên der mirovî yên li hember gel dikin didomin. Li gorî agahiyên çavakaniyên ji herêma Cindirêsê çeteyên ‘Feyleq El Şam’ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker berî çend rojan avêtin ser gundê Baziyê û ciwanê bi navê Egît Hesen ê 25 salî revandin. Têkildarî aqûbeta ciwanê hatî revandin heta niha ti agahî nehatiye girtin. Li gorî heman çavkaniyan, beriya vê bi 3 caran çeteyan Egîd revandibûn û piştî ku pere ji malbatê girtibûn û şûnde berdabûn.

Çavkaniyek ji herêma Recoyê jî ragihand ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker avêtin ser gundê Coban kalê bi navê Mamo Mamo yê 80 salî êşkence kir û keça wê ya astengdar jî destê wê kelemçe kirin û ew jî êşkence kir. Çavkaniyê anî ziman ku çeteyên ku piştî êşkence li welatî û keça wê kir û şûnde mal talan kiriye û 600 lîsrayê Sûriyeye yê di mal de jî dizîne.