Li Efrînê cenazeyên 2 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê Erka Xweparastinê Texter Qetlo û şervanê YPG’ê Mihemed Almaz bi merasîmekê ve veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê Erka Xweparastinê Texter Qetlo û şervanê YPG’ê Mihemed Almaz bi merasîmekê ve veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên Endamê Hêzên Xweparastinê Texter Qetlo yê li gundê Um Hoş di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê, dîsa şervanê YPG′ê Mihemed Almaz ê şerê li gundê Eyn Deqne de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Avirîn wergerin û ber bi Goristanên Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera û Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya navçeya Cindirêsê ve ketin rê.
Di merasîmê de Endamên Desteyên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Êzidiyan û TEV-DEM′ê, amade bûn.
Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantonê Efrînê Behcet Ebdo û Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cefo, axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hatin xwestin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê hatin şermezarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku bi berxwedan û fedekariya cangoriyên azadiyê hemû planên Tirkiye û çeteyên wê têk diçin.
Di merasîmê de soza domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîda hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin, cenazeyê şehîd Texter li Goristana Şehîd Refîq û cenazeyê şehîd Mihemed jî li Goristana Şehîd Seydo hatin veşartin.