Li Efrînê çalakiyên sabotajê: 7 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li gundê Gobelê yê navenda Efrînê û gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, roja 26'ê Mijdarê tîmekî YPG'ê li ser rêya gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê li dijî wesayiteke leşkerî ya koma çete ya Firqet el-Hemze çalakiyeke sabotajê pêk anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wesayita çeteyan bi temamî hatiye rûxandin û 4 çeteyên di wesayitê de mirine, 2 çete jî bi giranî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê diyar kir, tîmekî din ê hêzên wan heman rojê li gundê Gobelê yê navenda Efrînê, li wesayiteke leşkerî ya koma çete ya Cebhet el-Şamiyê xist. Di vê çalakiyê de jî çeteyek hate kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di daxuyaniya 24'ê Mijdarê de wan gotibûn, li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê di çalakiya sabotajê ya dijî wesayita leşkerî ya koma çete Feylaq el-Şam de 2 çete bi giranî birîndar bûne. 

Navendê diyar kir ku li gorî agahiyên gihîştine ber dest, her du çete jî mirine.