Li Efrînê bi hezaran darên zeytûnan hatin birîn

Dewleta dagiker ya Tirk bi çteyên xwe re li Efrînê bi hezaran darên zeytûnan birîn.

Li Efrînê komkujiya xwezayê ya dewlta Tirk û çeteyên wê berdewam dike. Li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera, dewlta dagirker ya Tirk û çeteyên wê li zeviya 4 kesan bi hezaran darên zeytûnan birîn.

Navên cotkarên ku darên wan ji aliyê dewlta dagirker ya Tirk û çeteyên wê ve hatine birîn, wihane: “Tahir Ebdulrehman Şêx Mihemed, Mihemed Şêx Mihemed, Ebdulrehman Hecî Qedrî ve Elî Osman Osman."

Dewleta dagirker ya Tirk û çeteyên wê, şevê din heta direngî bi hezaran darên zeytûnê birîn.