BI DÎMEN

‘Bi vegera gundan re dibe pirsgirêka koçberiyê were çareserkirin’

Hevseroka GOÇ-DER’ê Medya Alkan got, ji bo astengkirina koçkirinê ya ji Kurdistanê, divê vegera ji bo gundên hatine valakirin çêbibe.

MEDYA ALKAN

Hevseroka Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Medya Alkan got, armanca esas a polîtîkayên koçê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê bêmirov bihêlin.

Medya Alkan ev tişt anî ziman: “Ji dema Şark Islahatê û vir ve dewlet ji bo ku li Kurdistanê çêkera demografik li gorî xwe çêbike, polîtîkayên şerê taybet pêk anî. Weke mînak ji vê re, weke em hemû dizanin di salên 90’î de gund hatin valakirin. Dewlet hewl dide li gorî xwesteka xwe bajaran dîzayn bike. Tê xwestin ku bajarên Kurdistanê bi polîtîkayên koçê ji nasnameya xwe bên dûrkirin.

Bi taybetî di salên dawî de koçên ji bo Ewropayê, zêde bûn. Ev rewş bi destê dewletê bi zanebûn hate teşwîqkirin. Dewlet naxwaze ciwanên rêxistinkirî çêbibin. Mantiqê ‘cuda bike, parçe bike û bi rêve bibe’ heye. Hewl didin ciwanên Kurd ji xaka xwe dûr bikin.”

‘DEWLET DIVÊ BERPIRSYARÎ BIGIRE SER XWE’

Medya Alkan bal kişand ser koçên di dema şer de çêbûne û wiha got:

“Pirsgirêka koçê tenê pirsgirêka gel nîne, di heman demê de pirsgirêka dewletê jî ye. Dewlet divê têkildarî vê yekê berpirsyarî bigire ser xwe. Çawa gund valakirin, bi heman rengî divê rêya vegera ji bo gundan jî vekin. Muxatabê vê yekê dewlet e.

Di çarçoveya hefteya koçê de, em çûn Meclîsê û me bi partiyên siyasî re li ser vegera li gundan hevdîtin kirin. Bi daxuyaniyên çapemeniyê me ji bo vegera lig undan, bang kirin. Hem koçên ekonomîk û siyasî, hem jî koçên ji ber rejîmê çêdibin. Bi vegera gundan, dikare pêşî li vê yekê were girtin. Têkildarî vê yekê fikrên me hene; ji bo xistina meriyetê em dixebitin.”