Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî
Li Zaxoyê droneyek li kampa Derkarê ket ku şêniyên wê Êzidiyên koçberbûyî ne. Di encamê de dibistana kampê bi temamî şewitî.
Li Zaxoyê droneyek li kampa Derkarê ket ku şêniyên wê Êzidiyên koçberbûyî ne. Di encamê de dibistana kampê bi temamî şewitî.
Droneyeke ku nehate tespîtkirin bê ya kê ye, doh bi şev li kampa Derkarê ya Zaxoyê ket, ku şêniyên wê civaka Êzidî ya koçberbûyî ye.
Di bûyerê de ku agir bi dibistanê ket, tiştek bi kesî nehat.
Nehate zanîn bê drone ya kîjan welatî yan jî kê ye.
Doh bi şev her wiha sê drone li parêzgeha Kerkûkê jî ketin.