Çeteyên êrîşî Efrînê kirî li Idlibê hatin kuştin -NÛ BÛ

Şervanên Odeya Xezeba Zeytûnê, li başûrê Idlibê operasyonek lidar xist û 5 çeteyên dagirker ku di dagirkirina Efrînê  xwedî rol in hatin kuştin.

Berdevkiya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku, li başûrê Îdlibê operasyonek lidar xistine û 5 çeteyên dagirker hatin kuştin. Hat ragihandin ku ev çeteyên hatî kuştin di dagirkeriya Efrînê de xwedî rol in. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me du çalakî pêk anîn; çalakiya yekemîn di 9`êTîrmeha 2018`an de li dijî çeteyekî  Feyleq El-Şamê yê bi navê Îbrahîm Ebdullrezaq li bejahiya başûr pêk hat. Çeteyê ku motorsîklet diajot, piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate şopandin, hate hedefgirtin û bêbandorkirin.

Çalakiya duyemîn jî di 10`ê Tîrmeha 2018`an de li dijî erebeyeke çeteyan ku 4 çeteyên Feyleq El-Şamê dibirin, pêk hat. Tê zanîn ku her çar çete tev li dagirkeriya bajarê aştiyê bûbûn û mal û milkên welatiyan talan kirin û heqaret li şêniyan kirin. Ji ber vê yekê şervanên me erebe hedef girtin û hemû çeteyên di erebeyê de hatin kuştin.

Çeteyên ku hatine kuştin navên wan wiha ne: Hisên Îbrahîm Mustefa, Mihemed El-Kermo,  Eymen El-Xalid, Xezwan El-Hisên.

Hêjayî gotinê ye ku çalakî li bejahiya başûrê Idlibê pêk hat. Ev yek jî tekez dike ku em li hemû deverên ku zilm û zordarî ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê me tê meşandin em li wê derê ne. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirin û heqaret li gel kirin dê hesabên giran ji wan were xwestin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike tohildan tê.