Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku 7’ê Cotmehê li navçeya Şera ya Efrînê li dijî koma çeteyên Cebhet el Şamiye çalakiyek kirine û 4 çete hatiye kuştin.

YPG’ê ragihadan ku di çalakiya şervanên wan a 7’ê Cotmehê ya li gundê Meryemînê ya navçeya Şera ya Efrînê ku li dijî koma çete ya bi navê Cebhet el Şamiye de 4 çete hatine kuştin.

YPG’ê bibîr xist ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên wan çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

YPG’ê ragihand ku 7’ê Cotmehê li gundê Meryemînê ya navçeya Şera li dijî baregeheke komên çeteyên Cebhet el-Şamiye yekîneyek wan çalakiyeke lidarxistiye. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.