Li Efrînê 3 jinên ciwan hatin revandin

Li Efrîna ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin de, 3 jinên ciwan hatin revandin.

Li Efrînê di 2’ê Kanûna 2021’an de çeteyên “Ewlehiya Siyasî“ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirkir li benda kontrolê 3 jinên ciwan revandin.

Hate zanîn ku Rohat Îbo (24) ligel du hevalên xwe ku ji gundê kurzêlê yê navçeya Şêrawayê ne, li benda Qews a li ser rêya Efrîn û Ezazê hatin revandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hersê jinên ciwan xebatkarên Rêxistina Heyva Sor a Qeterê ne, dema ku ji karê xwe yê paqijkirina kenala avdanê ya gundê Çûmkê yê navenda bajarê Efrînê vedigeriyan, ji aliyê hêzên "Ewlehiya Siyasî" ve hatin revandin.