Li Efrînê 2 mehan 4 kes hatin kuştin, 94 kes hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji destpêka salê ve li Efrîn a dagirkirî 4 kes qetil kirin û 94 kes jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di bîlançoya xwe ya Çileyê de bi bîr xistibû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatî di nav de 2 jin, qetil kirin.

Her wiha li gorî rêxistinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 53 welatî di nav de 15 jinên temenbiçûk û 2 zarok revandin.

Girêdayî heman mijarê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan di 20ˊê Sibatê de raporek li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belav kir. Di raporê de hate bibîrxistin ku ji destpêka Sibatê û heta dîroka belavkirina vê raporê 41 welatî hatine revandin.