Li Efrîn û Mareyê 3 çeteyên dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrîn bi daxuyaniyekê ragihand ku li Efrîn û Mareyê di çalakiyên 28-29’ê Tîrmehê de 3 çeteyên dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Cindirês a Efrîn û bajarê Mareyê 3 çete hatin kuştin

HRE’yê got: “Di çarçoveya çalakiyên hêzên me ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Mare û navçeya Cindirêsê hêzên me rêzeçalakî lidar xistin.

28’ê Tîrmehê li ser rêya di navbera gundê Gorde û Miskê yên girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê li dijî wesayîteke leşkerî yê girêdayî çeteyên Ehrar el-Şam yekîneyên me çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîta leşkerî hate rûxandin, çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

29’ê Tîrmehê li dordora bajarê Mareyê hêzên me çalakiyeke li dijî baregehekî çeteyên Ehrar el-Şam lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”