Li dora gundê Eyn Diqneyê şerekî dijwar diqewime
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Eyn Diqne yê herêma Şehbayê kirin. Şervanên Hêzên Şoreşger jî bersiv dan çeteyan. Li derdora vî gundî şerekî dijwar diqewime.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Eyn Diqne yê herêma Şehbayê kirin. Şervanên Hêzên Şoreşger jî bersiv dan çeteyan. Li derdora vî gundî şerekî dijwar diqewime.
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker, bi çekên giran ev saeteke êrîşî gundê Diqne yê herêma Şehbayê dikin. Her wiha topan davêjin gund.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, Hêzên Şoreşger bersiv da êrîşa çeteyan û niha li derdora gundê Eyn Diqne şer diqewime.
Gundê Eyn Diqne li rojhilatê bajarokê Ming a herêma Şehbayê ye.