Li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyon: 4 çete hatin girtin

Yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî YPG’ê di operasyona 28’ê Çileyê ya li Dêra Zorê û gundê Teyana ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê de, 4 çete girtin û dest danî ser rêjeyek çek û cebilxane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “DAÎŞ herçiqas herêmê di aliyê erdnîgarî de hatibe xilaskirin jî, xebatên xwe yên rêxistinkirin û terorê didomîne. Ji bo ku aramiya herêmê xirab bike di nav liv û tevgerê de ye. Lê li hember wan hewldanên DAÎŞ’ê operasyonên hêzên me bênavber berdewam dikin û gelek derbên girîng li rêxistinbûna DAÎŞê tê xistin.

Di vê çarçoveyê de; roja 28’ê Çileyê Yekineyên Antî Teror li herêma Dêra zorê, li gundê Teyana, li hember şaneyek DAÎŞ’ê operasyonek lidar xistin. Di vê operasyonê de 4 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin. Herwiha gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Cebilxaneyê ku hat desteserkirin wiha ye:

47 hawan û 43 serikên hawanê

3 çekê AK-47, 5 jarjor û 80 fîşek

1 damençe

1 tifinga nêçîrê

Miqdarek TNT

Ji bo aramiya herêmê operasyonên hêzên me wê berdewam bikin.”