Li dijî dagirkeriyê xelkê Eyn Îsa li kolanan bû

Bi sedan kesên bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Eyn Îsa û Partiya Sûriye ya Pêşerojê hatin ba hev, bi meşeke girseyî Berxwedana Rûmetê silav kirin.

Endamên Rêveberiya Xweser, nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Meclîsa Sûriye Demokratîk û meclîsên jinan ên bajarê Reqayî tevî bi sedan şêniyên Reqayê û gundewarê wê li gundê Til El-Simin a girêdayî bajarê Reqayê kom bûn û çalakiya piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk û redkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xistin.

Di destpêka çalakiyê de serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan axivî û şehîdên ku ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirine bibîr anîn.

El-Qeftan berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

El-Qeftan diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk rolek mezin di rûdanên ku li ser qadên siyasî û leşkerî de rû didin lîstin.

Piştî wê kerwanek ku ji dehan nûnerên Rêveberiya Xwe ser û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê tevî şêniyan berê xwe dan navçeya Eyn Îsayê û alên Hêzên Sûriye Demokratîk û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hildan.

Şêniyên li navenda navçeya Eyn Îsayê kom bûn û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina rola Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin.

Şêniyan teqez kirin ku ew bi rêveberiya siyasî û leşkerî ya hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bawerin. Her wiha diyar kirin ku ew piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk dikin.